Navenda Giştî ya Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) derbarê êrîşa li hemberî avahiya BDP’ê ya Çewlikê pêk hat de daxuyaniyke nivîskî da û nerazîbûnek tund nîşanî vê êrîşê da. BDP’ê diyar kir ku ew ê mafê xwe yê qanûnî yê “parastina rewa” pêk bînin. BDP’ê got; “Piştî ku me vê mafê xwe pêk anî, çi encama bi xwe re bîne berpirsê vê yekê Wezîrê Navxweyî, hukûmet û Serokwezîr e.”
BDP’ê derbarê êrîşa roja înê li hemberî avahiya BDP’ê ya Çewlikê pêk hat de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku rayedaran berê êrîşê daye avahiya partiya wan.
ÊRÎŞ BI TEMAMÎ DI BIN KONTROLA POLÎSAN DE PÊK HAT
BDP’ê da zanîn ku êrîş bi temamî di bin kontrola polîsan de pêk hat û got; “Êrîşên li ser gelê Kurd û partiya me bi destê AKP’ê pêk tên, her wiha her ku diçe bûyerên rûtîn û sîstematîk. Duh dîsa li Çewlikê li dijî avahiya partiya me êrîşek pêk hat. Di dema êrîşê de herî kêm 3 wesayîtên zirxî hebûn û polîsan berê êrîşê dane partiya me. Ev êrîş bi temamî di bin kontrola polîsan de pêk hatiye.”
BDP’ê bi bîr xist ku di encama vê êrîşê de du jê endamên partiya wan, 3 kes birîndar bûne û diyar kir ku hêzên Emniyetê jî tenê li êrîşa li hemberî avahiya partiya wan temaşe kirine û wan jî berê bombeyên gazê dane endamên partiyê yên di avahiyê de asê mabûn.
JI TIŞTÊN BIQEWIMIN ERDOGAN BERPIRS E
BDP’ê xwest derbarê Waliyê Çewlikê, Midûrê Emniyetê û hemû rayedarên hêzên polîsan ên li cihê bûyerê de lêpirsîn bêne destpêkirin.
BDP’ê diyar kir ku ew ê mafê xwe yê qanûnî yê “parastina rewa” pêk bînin. BDP’ê got; “Piştî ku me vê mafê xwe pêk anî, çi encama bi xwe re bîne berpirsê vê yekê Wezîrê Navxweyî, hukûmet û Serokwezîr e.”