Navenda Giştî ya BDP’ê piştgirî da Mîtînga ‘Bila Girtîgeha Leşkerî ya ya Hejmar 5 a Amedê bibe Muzeya Mafê Gelan’ û banga tevlibûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî a Navenda BDP’ê ya Giştî de hate destnîşankirin ku Zindana Amedê sembola 12’ê îlonê ye. BDP’ê destnîşan kir ku Kampa Komkirinê ya Auschwîtz ya ku sembola Şerê Duyemîn yê Cîhanê, kirine muze û xwest Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê jî bibe muze.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji bo em ji bîr nekirin, em bê rû hev, tiştên hatin kirin û tiştên pêk hatin hînbibin, her tim di hişê civakê de bimîne, mirovahî dîsa biçûk neyê xistin û binpêkirinên mafan pêk neyên, em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe muze.
Navenda Giştî ya BDP’ê di berdewamiyê de da zanîn ku ew piştgiriyê didin mîtînga ku ji aliyê Hewldana 78’an û Komîsyona Lêkolînê ya Rastiya Girtîgeha Amedê ve pêk tê. BDP’ê banga tevlibûna mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk tê bibin.