Ji Amanosan cenazeyek anîn Tiba Edlî ya Edeneyê!

Ji Amanosan cenazeyek anîn Tiba Edlî ya Edeneyê!

Cenazeyekî ku tê îdîakirin yê aydê gêrîlayên HPG’ê ye anîn Saziya Tiba Edlî ya Edene yê.

Di 13’ê Tebaxa 2012’an de gêrîlayên HPG’ê êrîşî lojmanên qeymeqamtî û polîsan yên li navçeya Erzîn ya Hatayê. Di êrîşa 2 polîs giranbirîndar bûyî de pevçûn derketibû. Piştî pevçûnê heftiyekê leşker derketin herêmê û lêgerîn pêkanîn, cenazeyek dîtin. Hate îdîakirin ku, cenaze aydê gêrîlayên HPG’ê ye û hate diyarkirin ku, li ser pişt û lingê wî şopên guleyan heye.

Cenazeyê hate diyarkirin zilame ku ji bejahiya Amanosan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Erzînê û her wiha ji bo otopsiyê cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.