Jivana qunciknivên Tirkiyeyê yên navdar a bi Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad re, ji aliyê patronên rojnameyan ku ji bertekên AKP’ê tirsiya hate astengkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestixstin bi hevkariya rojmegerên Suriyeyê Husnu Mahalî ku li Tirkiyeyê peywirê dike, ji bo ku bi Beşar Esad re roportajê bikin di 29’ê hezîranê de ji bo nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok, nivîskarên rojnameya Postayê Mehmet Alî Bîrand, nivîskara Haberturkê Amber Zaman û nûnerên Enqerê yê Cumhuriyetê Utku Çakir jivan (rendewî) girtibû.
Piştî ji bo hevpeyvînê jivan hate girtin, patronên rojnameyan ji bertekên AKP’ê tirsiyan û jivana xwe betal kirin. Lê hat zanîn ku jivana Utku Çakirozer nehatiye betalkirin.