Di encama gulleya topê ya ku li navçeya Akçakale ya Rihayê ya li ser sînor ket de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê hema bêje AKP’ê li zingila şer xist. AKP’ê bang li Meclîsa Tirk kir ku bi awayeke lezgîn îro bicive û da zanîn ku ew ji bo destwerdana leşkerî tezkereyê bînin rojevê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî di bûyera lI Akçakaleyê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi serkanên xwe re civînek li dar xist û xwest ku tezkereyê bînin rojeva Meclîsê. Ji ber vê bûyerê rojimêriya Meclîsê ya îro hate guhertin û dê meclîs li şûna 14, saet di 10’an de bicive. Tezkereya dersînor a ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo hefteya bê hat taloqkirin. Sekfereteriya Giştî ya Meclîsê heta derengiya şevê amadekariya tezkereya ji Serokwezaretê hat, kir. Koma AKP’ê ya meclîsê heta sibê vekirî ma û li benda tezkereyê ma.
Ev tezkereya ku dema wê bi qasî salekê ye, dê rê bide operasyonên hewayî, bejahî û deryayî. Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Nûrettîn Canîklî şevê din ji bo tezkereyê ji wezîran îmze berhev kir. Hate zanîn ku dê di mijara tezkereyê de MHP piştgirî bide hukûemtê. Tê payîn ku dê BDP û CHP dengê “Na” bi kar bînin.
Ji aliyeke din ve hate diyarkirin ku ji şevê din ji ve yekîneyên leşkerî li derdora Akçakaleyê tên bicihkirin û axa Sûriyeyê dan ber topan. Hate piştrastkirin ku artêşa Tirk baregehên leşkerî yên Sûriyeyê kiriye hedef. Nehat zanîn wendahî hene an na.