Ji 17 tecawizkaran 2 jê polîs derketin

Ji 17 tecawizkaran 2 jê polîs derketin

Li Sakaryayê keçika 14 salî rastî tacîza zayendî ya 17 kesan hatibû. Hate zanîn ji van 17 kesan du heb di Midûriyeta Polîsan a Sakaryayê de Polîsin. Polîs beyî ku negirtî bên darizandin serbest hatin berdan û her wiha gel bertekên mezin nîşandan.

Li navçeya Adapazarê ya Sakaryayê zarokek keç 14 salî rastî tecawîza 17 kesan hatibû û tecawîzkar hatibûn binçavkirin. 17 kesên hatin binçavkirin sewqî Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê kirin û îfadeyên wan hatin girtin. Piştî îfade hatn girtin yek serbest berdan û 16 sewqî dadgehê kirin. rojek berê darizandina bersûcan hate nîvê şevê berdewam kir û 13 kes serbest hatin berdan. 3 xwendekarên ku temenê wan di navbera 16 û 17’an de jî hatin girtin.

Hate hînbûn ku ji 13 kesên ku serbest hatin berdan du heb memurên dewletê bûn. Di encama lêpirîsan ku hate kirin û sewqî dadgehê kirin de derket holê her du memur Midûrên Midûriyeta Polîsna Sakaryayê ye yên bi navê N. Ş û E.T bûne. Ligel vê hate hînbûn ku hevsera N.Ş ya bi navê L.Ş li Sakaryayê dadgere.

Ligel ku dozgeriyê xwest bên girtin jî dadgehê her du midûrên mîdûriyeta polîsan serbest berdan. Vê yekê jî rê li ber bertekan vekir. Li ser vê hate hînbûn ku dozgeriyê îtîrazê berdana midûran kiriye.