Jarona: Komplo têk çû, PKK bi hêz bû

Jarona: Komplo têk çû, PKK bi hêz bû

Edîtorê dîplomasiyê berê yê rojanameya The News Jerusalem Hebrew Jarona, diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê negihiştiye armanca xwe û berovajî vê Ocalan û PKK li Rojhilata Navîn bûne hêzek girîng e. Nivîskar wiha got: “Bedel giran bûn. Lê PKK bi siyaseta xwe ya serbixwe bi hêztir bû.”

Herew Jarona pêvajoya ‘Kompoloya Navnetewî’ ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nirxand. Jarona diyar kir ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Ocalan û PKK’ê gelek teng û klasîke û wiha got: “Di mijara Ocalan de siyasetemedarên kurd jî nêzîkatiyek ji rêzê nîşan dan. Nêzîkatiya PKK’ê ya li hemberî Ocalan di salên dawî de gihişt asteke gelek erênî û fêmkirî. Ji giradayîna heyî derket û çarçoveyeke siyasî û polîtîk qezenc kir. divan her du nêzîkatiyan de tesbîtên girîng çênebe jî PKK+Kurd- Ocalan heta îro ji rêxistinên ku em nas dikin, cudatir e û dikarin bigihêjin hêzeke siyasî, polîtîk.”

Jarona da zanîn ku PKK ne rêxstineke klasîk ya çekdariye û wiha pê de çû: “Di qada siyasî, çandî, civakî û aborî de pergalek ava kiriye. PKK’ê nifşê xwe yê duwemîn jî ava kir. Ger ku şahiyên polîtîk û siyasî yên cidî neke dê di 10 salên pêş pê de dikare ji bo 70 salên pêş mîrateyeke sosyolojîk belav bike. PKK ji rêxistinên wekî HAMAS, Hîzbulan, Birayên Musliman, El Qaîde, FKO, IRA, ETA û tevgerên Muxalîfên Latîn Amerîkî cudatir e. Faktora wê ya herî girîng jî eve ku polîtîkayên real diafirîne û şîfreyên polîtîk yên Rojhilata Navîn deşîfre dike û xwe li gorî vê bi teşe dike.”

Jarona destnîşan kir ku komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ku rê li ber derketina Ocalan a ji Suriyeyê vekir, bi gele aliyan hatiye plankirin û got ji bo gelek hedefan hatiye pêkanîn. Jarona wiha pê de çû: “Ocalan ji bo neket bin destê Rojhilata Navîn, DYA û YE’ê hate revandin. Li gorî min sedemek herî girîng ev ku Ocalan îradeya xwe pêk anî. Li Rojhilata Navîn jiyan êdî hatiye asteke xeter. Ligel li Bekayê ye, dikare Suriye li dijî Îsraîlê bê bikaranîn. Heta ev hewldan jî çêbû. Kurê Hafiz Esad, Basîl kirin serbaz û Fermandariya Alaya Muhafiz a Serokomariyê dikir. Di hevdîtineke xwe ya bi Ocalan re ev gotibû. Lê Ocalan li dijî vê derketibû. Yewnanîstan, Alman, Îran û DYA’yê xwest di polîtîkaya hundir a Tirkiyeyê de Ocalan Û PKK’ê bi kar bîne. Dema Ocalan ev red kir pêvajoya komployê dest pê kir.

OCALAN LI ROJHILATA NAVÎN HÊZ E

Jarona diyar kir ku komplo ji 1998’an dest pê nekiriye û got: “Tirkiyeyê PDK û YNK girt cem xwe û bi tevgera Sandavîç re dest bi tasfiyekirina Ocalan û PKK’ê kir. Komplo ji vir dest pê dike. Ev bi ser neket û li hemberî Ocalan komplo bi lez û bez berdewam kir. Ocalan li Rojhilata Navîn hêz qezenc kir. Ji ber vê jî dixwestin tasfiye bikin.”

Jarona di dawiya axaftina xwe de wiha got: “PKK bê guman ne dostê Îsraîlê bû, lê ligel dijminên Îsraîlê jî nema û şer nekir. Demekê di warê polîtîk û siyasî de piştgirî da têkoşîna FKO. Her wiha demêkê nebû hevkarê nêrînên Erefat lê ligel gelê Filîstînê bû.”

Der barê rola Îsraîlê ya di kompoloya 9’ê cotmehê de wiha got: “Li Îsraîlê nêzî 300 hezar kurd dijîn. Îsraîlê dem bi dem piştgiriya îstîxbaratê da Tirkiyeyê. Bê guman ev ne rast e. Bi demî ev pêk dihat. Ji ber ku Îsraîl di pêvajoya kompoloyê de dema îstîxbat pêk anî bi sedan fîrmayên Îsraîlê di carekî de ketin Tirkiyeyê. Peymanên mezin yên çekan hatin kirin. Pêşiya Îsraîlê vebû. Ev dem demên ji zêrîn ê di navbera Tirkiye û Israîlê de bûn.