Saziya Tiba Edlî di rapora der barê mirina Engîn Çeber ê di Girtîgeha Metrîs a Stenbolê de jiyana xwe ji dest da de ji dadgehê re şand de û diyar kir ku xwîna mejiyê Çeber di girtîgehê de der bûye û ev yek jî bûye sedema mirina wî.
Di raporqa Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ji 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê re şand de hat gotin ku şûna lêdanê li ser laşê Çeber hebû, lêvên wî qelişîbûn, rûyê wî jî reş û şîn bibû. Di raporê de tê gotin ku Engîn Çeber ê di cotmeha 2008 de jiyana xwe ji dest da ji ber lêdan û îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.
Rûniştina doza mirina Çeber dê roja duşemê li Edliyeya Bakirkoy a Stenbolê berdewam bike.