Îstîxbarata Polonyayê dest bi nêçîra Kurdan kir

Îstîxbarata Polonyayê dest bi nêçîra Kurdan kir

Di çarçoveya daxwaza balyozxaneya Tirk de îstîxbarata Polonyayê li hemberî karsaz û penabarên Kurd dest bi saloxgêriyê kir. Hate zanîn di vê çarçoveyê de pasaporta penabertiya siyasî ya hin Kurdan careke din ji wan hate wergirtin.

Aşkere bû ku rêxistina saloxgêrî ya Polonyayê li hemberî karsazên Kurd û penaberên Kurd ên li paytext Warşowê û bajarê bi navê Lodzê dest bi xebatên îstîxbaratî kiriye. Hate zanîn ku ev xebata saloxgêrî ya li hemberî Kurdan di encama hin giliyên bê bingeh de û ji ber daxwaza balyozxaneya Tirk a Warşowê tê meşandin.

Hate zanîn ku di bin navê “Terorîsmê” de pasaportên Kurdên ku mafê penabertiya siyasî wergirtine, dîsa ji wana tên wergirtin û beşdarbûna pîrozbahiyên Newroza 2012 jî weke beşdarbûna xwebatên PKK’ê tê binavkirin.

Her wiha, li bajarê Lodzê jî bi hinceta “bi navê PKK’ê xebatan dimeşînin” der barê hin şîrketên Kurdan de agahî têne berhevkirin. Ji kesên ku dixwazin ji wan der barê karsazên Kurd de agahiyan werbigirin dibêjin “Ev agahî ji tu kesî re nayê gotin” û belgeyek bi wan dide îmzekirin.

Karsazên Kurd ên li Polonyayê bi rêya ANF’ê daxuyaniyek dan û dan zanîn ku ev yek di encama hewldanên balyozxaneya Tirk de pêk hatine. Karsazên Kurd dan zanîn ku balyozxaneya Tirk der barê wan de giliyên bê bingeh kirine û gotin:

“Diyar e ku hin aliyên ku tehemula mafên Kurdan ên çandî û siyasî nakin, ji sekna polîtîk a Kurdan a di van salên dawiyê de ne rehet in. Piştî ku me navê van kesan zelal kir, em ê ji raya giştî re aşkere bikin. Xebatkarên balyozxaneyê bi têkiliyên xwe yên ne fermî, kesên ku dixwazin zextan li Kurdan bikin, bila baş bizanin ku dê ew bi xwe di nava lîstoka xwe de bixeniqin. Balkêş e ku îstîxbarata Polonyayê jî ji bo lîstokên wiha dibe amûr. Ev helwesta dewleta Polonyayê teqez nayê qebûlkirin. Balyozxaneya Tirk bi bazirganên pereyên reş re têkiliyan dideyne û zextan li Kurdan dike. Ev kevneşopiya dewleta Tirk jixwe ji mêj ve tê zanîn.”