Işik: Kaypakkaya ji min re gotibû tu dibî çi bibe, lê bi rûmet be
Mehmet Işik ku sala 1972’an de li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê Îbrahîm Kaypakkaya dîtibû, got ku Kaypakkaya ji wî re wiha gotibû, “tu dibî çi bibe, lê bi rûmet be.”
Mehmet Işik ku sala 1972’an de li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê Îbrahîm Kaypakkaya dîtibû, got ku Kaypakkaya ji wî re wiha gotibû, “tu dibî çi bibe, lê bi rûmet be.”
50 sal li ser qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya derbas bû. Kaypakkaya yek ji pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê ye û di têkoşîna sosyalîzmê ya Tirkiyeyê de, xwedî kedekî girîng e. Îbrahîm Kaypakkaya 1948’an li Çorûmê ji dayik bûye, di salên zanîngehê de bû xwedî fikrên şoreşgerî. Kaypakkaya di Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Gundî ya Karkeran a Îhtîlalvan a Tirkiyeyê (TÎÎKP) û çêkerên mîna wan de cih girtiye. Sala 1972’an Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) ava kir. Fikrên Kaypakkaya ne tenê TKP-ML’ê, pêvajoya avabûna PKK’ê jî bandor kir.
Ji aliyê MÎT’ê ve Îbrahîm Kaypakkaya weke “şoreşgerê xwedî fikrên herî bi xeter” hate nasandin û hîna jî bîranîna navê Kaypakkaya weke sûc tê hesibandin. Mehmet Işik ku li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê demekî kurt bi Kaypakkaya re maye, ji sekna wî ya bi rûmet bandor bûye û niha di nava HDP’ê de têdikoşe. Mehmet Işik têkildarî bîranîna xwe ya bi Kaypakkaya re û pêvajoya tevlîbûna têkoşîna Kurd, ji ANF’ê re axivî.
Mehmet Işik got ku Omer Ayna bû wesîle ku têkoşîna şoreşgerî nas bike û got: “Min pirtûkek bi navê “Ve Çelîge Su Verîldî” xwendibû û ez pir jê bandor bûbûm. Min gotibû, ‘ez ê bibim pavel’. Birayê Omer jî keniya û gotibû, ‘ev birayê me êdî temam e’. Ez gelekî kêfxweş bûbûm.”
LI GIRTÎGEHÊ KAYPAKKAYA NAS KIR
Işik diyar kir ku sala 1972’an li girtîgehê Kaypakkaya nas kir û dema ew dît jê bandor bû. Işik got ku lingên Kaypakkaya xwîn çûbû ser, ev tişt peyivî: “DemA li girtîgehê Îbrahîm Kaypakkaya anîn, lingên wî xwîn çûbû ser û di nava xwînê de bû. Di nava berfê de dabûn meşandin. Rojekê min ew nas kir û min gotê, ‘bira navê te çi ye’. Got, ‘Navê min Îbrahîm Kaypakkaya, ez ji Çorûmê me’. Min jê pirs kir, ‘Bira tu şoreşger î’. Got, ‘Hinek’. Wî jî pirs kir, ‘Tu şoreşger î’. Min jî got, ‘Ez jî nû gav diavêjim şoreşgeriyê. Hewl didim ku şoreşgeriyê fêr bibim’. Ji min re wiha got, ‘Ez ê tenê tiştekî ji te re bêjim, tu dibî çi bibe, berxwedêr be. Dibî çi bibe, li ber xwe bidî, bi ast û rûmet be’. Piştî wê rojê û şûnde hetanî salên 1980’an timî wê gotina wî di mejiyê xwe de digirim. Me bi şerefa xwe têkoşîn kir, me rûmeta xwe parast.”
Işik anî ziman ku di pêvajoya li girtîgehê mayî de zêde bi Kaypakkaya re neaxiviye, Kaypakkaya timî birine êşkenceyê û diyar kir ku piştî ew ji girtîgehê derket demek kurt, agahiya mirinê ya Kaypakkaya bihîst. Işik destnîşan kir ku piştî ji girtîgehê derket hat Stenbolê û li wir dest bi jiyanê kir, sala 1980’an bi îdîaya “hewldana hilweşandina dewletê” car din hat girtin, demekî li girtîgeha leşkerî ya Abakoz a li aliyê Beykozê, piştre jî li girtîgeha Metrîsê maye.
Işik diyar kir ku piştî sala 1980’an êdî fêm kiriye ku ew Kurd e û wiha qala pêvajoya naskirina tevgera Kurd kir: “Li Amedê ez birim lêpirsînê, li wir min ciwanek nas kir. Ciwanek 15 salî. Dest û lingê wî şikandine. Her du jî di alçiyê de bûn. Wî ciwanî meyze min kir û pirsî, ‘Apo tu Kurd î’. Min got, ‘erê lawê min, ez Kurd im’.”
Işik ragihand ku ciwanê ku li bîra wî aniye ku ew Kurd e, ji Êlihê bû û sala 1993’an şehîd bûye û got: “Piştî ez ji girtîgehê derketim, min dest bi dibistanê kir. Li wir jî dema PKK’ê çalakiyek kiriba, em sûcdar dikirin, heqaret li me dikirin.” Û bal kişand ser pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.