Hikumeta Iraqê beriya çend rojan piştî li peymana rêveberiya çavkaniyên petrolê pesend kir, duh pereyê destpêkê da şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê faliyetan dikin.
Daxuyaniya ku Alîkarê Wezîrê Aboriyê Nûrî El Şawiyş ragihand ku, 650 milyon dolarê ku plan dikirin bidin şîrketên li Başûrê Kurdistanê faliyetan birêve dibin, beşa destpêkê hate dayîn.
Meha borî Iraq û Başûrê Kurdistanê li ser îdareya kontorl û parvekirina petrolê li hev kiribûn, her wiha hikumeta Bexda jî pejirandibû ku ji çavkaniyên petrolê pereyê şîrketên faliyetan li Başûrê Kurdistanê birêve dibin bide.
Li gorî vê peymanê Başûrê Kurdistanê dikare îxracata petrolê bike.