Îranê ji ber teqîna di lûleya petrolê de gaza xwezayî rawestand

Îranê ji ber teqîna di lûleya petrolê de gaza xwezayî rawestand

Ji ber teqîna ku îro di lûleya petrolê ya gaza xwezayî ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat, herikîna gazê hate rawesdandin. Tê diyarkirin ku teqîn di encama çalakiyek stabotajê ya ji aliyê gerîlayan ve pêk hatiye.

Îro di saetên danê sibê de teqînek mezin li navçeya Bazîda Agiriyê teqînek mezin di lûleya petrolê ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat.

Rêveberê Şîrketa Gazê ya Neteweyî ya Îranê Cewat Uvcî daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a Farsê û da zanîn ku teqîn di kîlometreya 50’emîn a Tirkiyeyê de pêk hatiye û ziyanek mezin di lûleya gazê de çêbûye.

Wezareta Enerjiyê ya Tirk di daxuyaniya da Reutersê de diyar kir teqînê li nêzî navçeya Bazîdê ya Agiriyê pêk hatiye. Wezaretê da zanîn ku xebatên tesbîtkirina xesara di lûleya petrolê de çêbûye berdewam dikin. Hat diyarkirin ku nayê zan ka dê gaza xwezayî kengî bi awayeke normal biherike.

HPG’ê heta niha der barê teqînekê de tu daxuyaniyek nedaye, lê tê diyarkirin ku teqîn di encama çalakiyek a stabutajê de ya ji aliyê gerîlayan ve hat lidarxistin pêk hatiye.

AFP’ê da zanîn ku heta niha nehatiye zanîn teqîn ji ber sabûtajê pêk hatiye an na, lê belê gerîlayên PKK’ê li dijî lûleya petrolê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de çalakî li dar dixin.

Hêjayê gotinê ye gerîlayên HPG’ê li gelek cihan li dijî lûleyên petrol yên gaza xwezayî çalakiyên bi bandor li dar dixin. Ji ber ziyana di lûleyê de çêdibin, di her carekê de petrol tê rawestandin û ev yek bandorek mezin li aboriya Tirkiyeyê dike.

Gerîlayên HPG’ê di 17’ê Pûşperê de li dijî xeta petrolê ya Yûmûrtalik ya Kerkûkê nêzî Mîdyatê navbera Şirnex-Mêrdînê û piştre jî roja 28’ê Pûşperê xeta Gazaxwezayî ya navbera Tirkiye-Îran ya li navbera gundê Hidirli-Kalenderê çalakiya sabotajê pêk anîbûn.

Piştî teqîna di xeta Tirkiye-Îranê de herikîna gaza xwezayî ya ji Îranê hatibû rawestandin. Her çendî ku îdîa bike xebatên tehmîrata BOTAŞ’ê 4-5 rojan berdewam kir jî, lê zirara wê gelek zêdetir bû. Ev jî tê wateya di rojê de 27 milyon metrekup zirara gazaxwezayî. Piştî Tirkiye neçar ma ku gazê ji Rûsyayê bixwaze.

GAZPROMÊ MINET KIR

Piştî teqînê Tirkiyeyê ji Rûsyayê xwest ku gaza xwezayî zêde bike. Her çendî Gazprom bersivek erênî bide jî, xetên enerjiyê yên di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de hatibûn îmzekirin anîn bîra Tirkiyeyê û dil nexweşiya xwe anîn ziman. Rayedarê Gazpromê aşkera kir ku, ewan bersivek erênî dane daxwaza Tirkiyeyê, her wiha got; “ piştî 2018’an di rewşên lezgîn de dikarin serî li Bakuyê bidin.”

Berdevkê Gazprom Sergei Kuprianov ragihand ku, “Gazprom di rewşên wiha de her tim zirar telafî kirine û her wiha ji hacmê hevpeymana heyî zêdetir mîktara gaza xwezayî tedarîk kirine."