Me nêrînên rêxistinên mafê mirovan û civaka sivîl girtin. Nûneran diyar kirin ku divê rejîma Îranê demildest dawî li darvekirinê bîne û banga berdana girtiyên siyasî kirin.
Di xwepêşandana bi şîara “Li Îranê dawî li sêdarkirinê bînin, ji bo girtiyan azadî” de endama Desteya Rêveberiya Komeleya Hiqûqnasan a Jinan Marîa Rashîdî axivî û diyar kir ku li Îranê kêmnetewên olî û civakî bi awayekî sîstematîk tên cudakirin, anî ziman ku karkerên ku daxwaza mafê xwe dikin û xwendevanên ku dibistanên xwe diqedînin û pîrozbahiyê dikin li qadan tên qemçîkirin.
ROJAVAYÎ EV 37 SAL IN BEHSA GOTÛBÊJÊN REXNEYÎ DIKIN
Reşhadî, anî ziman ku bila bersiva pirsa “Îran a ku li pêşiya Çînê ketiye û li ber çavên tevahî cihanê di aliyê sêdarkirinê de rekor şikandiye, DYE, Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê çi dikin?” Rashîdî wiha axivî: “Li gel ku ev hemû pêk tên, ev welat, ji bo xebatên nukleerî yên Îranê bixin kontrolê dorpêça li ser Îranê rakirin. Ji bo ji çavkaniyên binerd ên Îranê sûdê werbigirin li ser hev çûn Tehranê, peymanên bazirganiyê îmze kirin. Dema ku bertekan jî dibînin dibêjin em bi Îranê re di nava gotûbêjan de ne. Li ser rejîma Molla ya ku hate li ser kar, ev 37 sal derbas bûn hê jî behsa gotûbêjên rexnekirinê dikin. Îran a ku bi hezaran kesî sêdar dike, mafê herî bingehîn ên jiyanê binpê dike, çi fêdeya gotûbêjên rexnekirinê hene? Kuştin, sêdarkirin, girtin, êşkencekirin û zext her ku diçe hê zêdetir bûn.”
Rashîdî, bang kir ku bila welatên Rojavayî dev ji gotûbêjên rexnekirinê berdin demildest dawî li cezayê sêdarkirinê bînin, zextên li ser jinan û kêmnetewam bibîne û gavên şênber bavêje.
CEZAYÊN MÎNA QEMCÎKIRINÊ YÊN KU BIÇÛKXISTINA MIROVAN HÊ ZÊDETIR BÛNE
Serokê Klûba Pen a Îran ya ku Navenda wê li Stockholmê ye Bahram Rahmanî jî axivî û destnîşan kir ku Îran di nava krîzekî mezin a ekonomiyê de ye, nêzî 8-10 milyon kes bêkar in, anî ziman ku ji bo ku rejîma Molla dawî li krîza heyî bîne bi welatên rojavayî re li ser xebata nukleerî a sînordar bi neçarî li hev kirin.
Piştî îmzakirina peymanê û têkiliyên dewletên Rojavayî bi Îranê re pêşketin û şûn de li bendê bû ku mafê mirovan ên li welat ber bi pêşketinê ve biçe, pêşketinên berovajî pêk hatin, di aliyê cezayê sêdarekirin û girtinê zêde bûn, cezayê biçûkxistinê yên mîna qemçîkirinê pir zêde bûn.
Mînaka vê ya ber bi çav jî; li herêma Azerbeycanê 17 karkerên madenê yên ku xwestin heqdestên xwe bistînin ketibûn grevê di navbera 30-100 qemçiyan ceza lê hatin birîn, 35 xwendekarên ku xwestin ahenga mezûniyeta xwe pîroz bikin cezayê 99 qemçî lê hatin xistin.
DI DEMÊ RÛHANÎ DE CEZAYÊ SÊDAREKIRINÊ SÊ QAT ZÊDE BÛN
Rehmanî da zanîn ku Hasan Rûhanî yê bi soza reform û nermkirina şertên jiyanê bû Serokkomar û şûn de cezayê sêdarekirinê sê qat zêde bû, jimara kesên hatin girtin û êşkencekirin her ku çû zêdetir bûn. Rahmanî wiha got: “Em wek Îran PEN daxwaz dikin ku lezgîn cezayê sêdarekirinê bê rakirin û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.”
LI ÎRANÊ CEZAYÊN MIRINÊ NE CEZA NE, SÛC Û ŞERM E
Sekreterê Seksiyona Çapemeniyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amî Hedenborg diyar kir ku li Îranê gelek binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk tên; azadiya îfade, fikrandin, rêxistinbûyin û civînan tê binpêkirin; rojnameger, rewşenbîr û parazvanên mafên mirovan di girtîgehan de tên ragirtin.
Hedeborg got êşkence û nêzîkatiyên xirab zêde ne; sala bihurî 4 jê 18 salî 977 kes hatin darvekirin, got: “Cezayên li Îranê ne ceza ne, sûc û şerm in.”
Bi bîr dixe ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî gelek caran daxwaz kiriye ku darvekirinan rawestîne û girtiyên ji ber ramanan di girtîgehan de ne serbest berde.
JI BO ROJAVAYIYAN BINPÊKIRIN NE GIRÎNG IN
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh piştî got girtîgehên Îranê ji mirovên ku daxwaza azadî û ewlehiya can dikin, ji bo dahatûyên wan bên zêdekirin dest bi grevê kirine û hewl dane li sendîkayan xwe bi rêxistin bikin tijî ne, bi van gotinan rewşa Îranê got:
“Krîza aborî ya li Îranê veguherî krîza siyasî. Rejîma Qazîtiyê ya 37 salan desthildar bû peritî û di krîzê de ye. Ji ber vê jî ji bernameya xwe ya nukleerê tawîz da û bi neçarî bi DYE û YE re li hev hatin. Rojavayiyên ku bi Îranê re li hev kirine, guh nadin binpêkirinên li Îranê û her sal daliqandina nêzî hezar mirovan. Ew ketina pêşbirkê bê ka wê çawa ji bazara 70 mîlyonan ji bo xwe parê bigirin.”
ÎRAN NIKARE DERVEYÎ GUHERTINA GERDÛNÎ BIMÎNE
Lîderê Ruhanî yê Koma Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hawazy dibêje ku rejîma Îranê bi kuştin û girtina mirovan ve wê nikaribe pirsgirêkên li welêt çareser bike, wê nikaribe pêşî li berxwedan û pêşendanan bigire , ji ber vê jî ji neçarî wê reforman bike û hin qedexeyan jî rake.
Hawazy bal kişand ku Zerdeştên li Îranê di bin zextek mezin de ne, got: “Heta ku rejîma Îranê zextê li ser mirovên ji bawerî û etnîkên cuda bike û binpêkirina mafên mirovan bidomîne, wê demê wê civak bêdeng nemîne û bertekê nîşan bide. Bi tundiya li ser civak û mirovan ve wê pirsgirêkên Îranê neyên çareserkirin. Yên Îranê bi rê ve dibin divê bibînin ku guhertinek gerdûnî heye, civaka Îranê jî parçeyek ji vê guhertinê ye û wê nikaribe li derveyî vê guhertinê bimîne.”