Insiyatîva Zarokên Êgir kargehên nîjatperestên Tirk şewitandin

Insiyatîva Zarokên Êgir li çar bajaran kargeh, atolye, wesayitên nîjatperestên Tirk dane ber êgir.


Insiyatîva Zarokên Êgir bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan li dijî kargehên, atolye û wesayitên nîjatperestên Tirk çalakiya şewitandinê kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin 2'yê Hezîranê li Stenbol Beyoglu li Meydana Sefayê 2 atolyeyên şûştina mehfûran a AKP'yian û li Sakarya Ferîzlî jî kargeheke MHP'yiyan dane ber êgir, bi berdewamî hate diyarkirin 1'ê Hezîranê li Denîzlî Honazê jî fabrîkayeke tekstîlê ya bi navê Pamûkkale Tekstîl şewitandine.

Insiyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 31'ê Gulanê li Stenbol Kuçukcekmeyê otomobîleke şexsî ya AKP'yiyekî û 30'ê Gulanê jî li Kocaelî Daricayê du lotkeyên MHP'yiyan şewitandin.