Înceoglû: Guhertina tawanên nefretê, dê azadiya ramanê asteng bike

Înceoglû: Guhertina tawanên nefretê, dê azadiya ramanê asteng bike

Hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemîn Înceoglû da xuyakirin ku bi guhertina tawanên nefretê ya di "pakêta demokrasiyê" de cih girt re, dê pêşî li azadiya ramanê bê girtin. Prof. Dr. Înceoglû diyar kir ku hikûmet dikare qanûnek li ser bingeha Îslamofobîk amade bike û got, "Qanûnek li ser bingeha Îslamofobîk li welatekî kuk Misilman hindikahî bûya dê watedar bûya. Lê li welatekî ku ji sedî 99 ê şêniyê wê Misilman e, qanûneke bi vî rengî bê wateye."

Hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemîn Înceoglû guhertina tawanên nefretê ya di "pakêta demokrasiyê" ya pê ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat aşkerakirin de cih digire, ji ANF'ê re nirxand.

Prof. Dr. Înceoglû daxuyaniyên deshilatdariyê yên piştî nîşandan fîlmê "Masûmiyeta Misilmanan" bibîr xist û got, "Bi daxuyaniyên deshilatdariyê yên piştî nîşandana fîlmê 'Masûmiyeta Misilmanan' de me dît, ku deshilatdarî amadekariyan dike ku qanûneke li ser bingeha Îslamofobîk derxîne."

Înceoglû got, "Qanûnek li ser bingeha Îslamofobîk li welatekî kuk Misilman hindikahî bûya dê watedar bûya. Lê li welatekî ku ji sedî 99 ê şêniyê wê Misilman e, qanûneke bi vî rengî bê wateye. Bi taybetî jî rîsk heye ku ateîst û mirovên ne misilman bibin mexdûrên tawanên nefretê."

'JI BO EDALETA CIVAKÎ Û BAWERIYA BI HIQÛQÊ RE'

Prof. Dr. Înceoglû destnîşan kir ku ji bo edaleta civakî, mayîndebûna aştî û aramiyê û komên astengdar baweriya xwe ji hiqûqê winda nekin, divê berpirsyarên tawanên nefretê bê ceza nemînin û pêşnûme qanûna ji 18 xalan a Platforma Kampanya Qanûna Tawanên Nefretê, bibîr xist. 
 
Di pêşnûme qanûna mijara gotinê de li xalên "kuştina bi zanebûn", "birîndarkirina bi zanebûn", "îşkence", "tehde", "êrîşa zayendî", "îstîsmara zarokan", "destdirêjiya zayendî", "gef", "bêpar hiştina mirov ji azadiyê", "astengkirina bikaranîna azadiya bîr, bawerî û ramanê", "binpêkirina destnedayîna rûniştgehê", "lêgerîna bi neheqî", "talan", "zirardayîn", "zerardayîna li perestgeh û goristanan", "bi zanebûn hewldana têkbirina ewlekariya giştî", "gefa rê li ber tirs û panîkê veke" egera nefretê lê hatiye zêdekirin û li gorî wê cezayê giran tê xwestin.

Prof. Dr. Înceoglû ragihand ku qanûn bi tena serê xwe têrê nakin û got, "Li gel qanûnê, di vê yekîneyeke şopandinê ya ji însiyatîfa sivîl bê avakirin, dane werin komkirin, rapor bên amadekirin, ji bo mexdûran rehabîlîtasyon hebe û hêzên ewlekariyê yên dewletê bên perwerdekirin. Her wiha rêya herî bi bandor a têkoşîna li dijî tawanên nefretê, lêpirsîn û şopandineke bi bandor e."