Îmzavana Holandî: Ocalan bi azwerî dilsozê azadiya xwe ye

Îmzavana Holandî: Ocalan bi azwerî dilsozê azadiya xwe ye

Li gel Kurdistaniyên li Ewropayê yên beşdarî kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” dibin, welatiyên Ewropayê jî eleqeyek mezin nîşan didin. Li paytexta Holanda Amsterdamê kesek ji Holandayê beşdarî kampanyaya îmzeyan bû û diyar kir ku têkoşîna Ocalan a ku ji Îmraliyê ji bo evîna 3 hezar kîlometre dûr re dibe ronahî û got; “Ocalan bi azwerî dilsozê aazadiyê ye, ji ber wê ez jî îmze dikim.”

Tûra otobusê ya Ji Ocalan re Azadî, ku dê li 8 welat û 69 bajarên Ewropayê bigere, duh dest bi tûra li Holandayê kir. Otobus li paytext Amsterdamê hate pêşwazîkirin û Holandiyan eleqeyek mezin nîşanî mitînga Kurdan da.

Li qada mitîngê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin. Di mitînga li qada Beurspleinê bi zimanê Flamanî hate xwendin, li rastî eqeleya Amsterdamiyan hat, gelê bajêr kampanyayê îmze kirin.

Di nava kesên îmze dan de jî J.De Yong ê Holandî jî hebû û tiştên ku Yong gotin bersiva pirsa “çima bi milyonan ji bo vê kampanyayê seferber bûne” bû.

Yong diyar kir ku têkoşîna Ocalan a ku ji Îmraliyê ji bo evîna 3 hezar kîlometre dûr re dibe ronahî û got; “Ocalan bi azwerî dilsozê aazadiyê ye, ji ber wê ez jî îmze dikim.”