ÎHD û TÎHV: Hûn li benda çi ne

ÎHD û TÎHV: Hûn li benda çi ne

ÎHD û TÎHV, bi hev re têkildarî pevçûna li herêmaê Oremar ya Geverê daxuyanî da û diyar kirin ku, divê hikûmet ji bo çareseriya aşîtiyane û demokratîk tedbîrên makezagonî demildest bigire û wiha gotin: "Hûn dê hêj ji bo aşitiyê li bende mirina çend mirovan bin."

ÎHD û TÎHV'ê têkildarî pevçûna li herêma Oremar ya navçeya Geverê ya Colemergê ya ku 8 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 16 leşker birîndar bûn daxuyaniyekî nivîsî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Hûn ji bo aşîtiyê hêj li benda mirina çend mirovan bin" û ji malbatên leşkerên jiyana xwe ji dest dan û malbatên HPG'iyên tê îdîakirin ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwestin. Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em li hemberî kesên di nav civakê de dixwazin em di nav jiyaneke ne baş de bijîn serî hildidin. Ji bo ku ev êş bi dawî bibin şertên çareseriyê pêk an bûn lê bi 'lîstîk' û pêkanîn dijmirovahî pêk nehatin." Di daxuyaniyê de ji bo mirin pêk neyên û pirsgirêka kurd bê çareserkirin bang li her du aliyan hate kirin.

'DIVÊ MECLÎS JI BO MUZAKEREYÊ GAVÊ BAVÊJE'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku parêzvanên mafên mirovan li hemberî mafên jiyanê dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha hate destnîşankirin: "Divê hikûmet ji bo çareseriya aşîtiyane û demokratîk tedbîrên makezagonî bên girtin. Divê meclîs ji bo muzakereyan û çareseriyê gavan bavêje û înîsiyatîfê bigire."