Îfadeyên rojnamevanan ên li dozgeriyê tên girtin

Îfadeyên dozgeriyê yên rojnamevanên ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de hatin binçavkirin, tên girtin.

Îfadeyên 22 rojnamevanên ku piştî bi biryara dadgehê Rojnameya Ozgur Gundemê hate girtin û di serdegirtina 16’ê Tebaxê de hatin binçavkirin, li Edliyeya Stenbolê tê girtin. Rojnamevan, li gel parêzerên endamên Komaleya Hiqûqnasên Azad îfadeyên xwe didin.