Îdîaya ku ‘ Leşkerên Tirk 11 welatiyê Sûriyeyî qetil kirin’

Li gorî agahiyên mûxalîfên Sûriyeyê, leşkerên Tirk li sînorê Hatayê tê texmînkirin ku herî kêm di nava 8 û 11 koçberan de qetil kirine.

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya ku Navenda wê li Londrayê ye, gule li koçberên ku di xwestin sînorê nêzî Jîsr El Şûghûr ê girêdayî Îdlîbê derbas bikin, hatiye kirin. Li gorî SHOR’ê, di nav de 2 jin 2 jî jê zarok 8 koçber hatine qetilkirin.

Li gorî malpera nûçeyan a Orîent Newes a nêzî Mûxalîfan di encama gulereşandina yekîneyên leşkerên Tirk de 11 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî gelek agahiyên ku ji beriya niha ji aliyê SOHR’ê ve hatin parvekirin rastiya wan derketine holê, tê texmînkirin ku ev qetlîama ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kirin jî rast be.

Li gorî rapora Saziya Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Navneteweyî (RTW) ya ku ji beriya niha hatibû weşandin, bal kişandibûn ser qetlîamên leşkerên dewleta Tirk.

Li gorî gelek çavkaniyên rêxistinên mafê mirovan, ji serê vê salê ve koçberên Sûriyeyî yên ku hatine qetilkirin jimara wan gihiştiye 60’an.