Hat angaştin ku dê di demek nêzîk de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî hevdîtine pêk bîne.
Li gorî nûçeya El-Furat a ku dispêre yek ji nunerên hevpeymana Malikî, dê di demek nêz de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Nûri Malîkî wê bicivin.
Hêjayê gotinê ye ku ev demek dirêj e aloziya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê ya di bin serokatiya Malîkî de berdewam dike û bi taybet Barzanî dixwaze parlemento baweriyê ji Malikî werbigire.
Lê heta niha rayedarên Herêma Kurdistanê ev îdîa piştrast nekirine.