Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk binin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê vê carê bi hinceta "Keştiya xwerabe çêbû, lê ewraqê wê kêm in" destûr neda hevdîtinê.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriya Komarê ku her carê hincetekê nîşan dide vê carê jî bi hinceta "Keştiya xerabe çêbû, lê ewraqê wê kêm in" destûr neda parêzeran.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de zêdeyî 10 meh (322 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya", "muxalefeta hewayê heye" û "keştî hêj nehatiye tamîrkirin" tên astengkirin. Vê carê jî hincetek din lê hate zêdekirin.