ICAD: Wê hesabê kesên ku hatine nebedîkirin were pirsîn

ICAD ji ber sedema Heftiya Kesê ku di Binçav de Hatine Nebedîkirin daxuyanî da û got, ‘’Aqûbeta kesên ku di binçav de hatine nebedîkirin wê were diyarkirin û yên ku ew nebedî kirine teqez wê hesab bidin’’.

Buroya Navnetewî ya ICAD’ê ji ber sedema 17-31’ê Gulanê, Heftiya Kesên ku Di Binçav de Hatine Nebedîkirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin di binçav de nebedîkirin hê jî problemeke giran e û berdewam e û diyar kir ku serwer ji bo parastina desthilatdariya xwe vê rêbaza êrîşê bi kar tînin.

 ‘DAYIKÊN ŞEMIYÊ RÊNÎŞADÊR IN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev rêbaza nebedîkirinê ya di binçav de, di sedsala 20’ê de ji faşîzma Hîtler bigirin ta bi Emerîkaya Layîn, dîktatoriyê bi destekên DYE’yê, Tirkiyê, Srî Lankayê, Pakîskar, Iraq, Sûriye, Kolombiya, Meksîka û lig elek deverên dinyayê hatiye bikaranîn û hate diyar kirin ku dewletên ku vê ‘’rêbaza gemarî’’ bi kar tînin, dixwazin bi vê rêbazê li ser civakê ‘’tirs û xofê serwer bikin û muxalefetê bêdeng bikin.’’
Di daxuyaniyê de bi berdewamî bal kişandin ser çalakiya Dayikên Aştiyê û hate gotin: ‘’Li Arjantînê têkoşîna domdirêj a Dayikên Plaza de Mayo û têkoşîna biryardar a Dayikên Aştiyê ya li Tirkiyê di vê têkoşînê de rênîşandêr e.’’

ICAD’ê herî dawî got: ‘’ICAD wê kesên ku di binçav de hatine nebedîkirin ji bîr neke û nehêle ku werin jibîrkirin.’’