ICAD: Em ê hesaba windayên xwe bipirsin
ICAD’ê bi wesîleya Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de daxuyanî da û got, “Em bang li her kesê dikin ku xwedî li windayên xwe derbikevin û hesab ji berpirsan bipirsin.”
ICAD’ê bi wesîleya Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de daxuyanî da û got, “Em bang li her kesê dikin ku xwedî li windayên xwe derbikevin û hesab ji berpirsan bipirsin.”
Buroya Navneteweyî ya ICAD’ê bi wesîleya 17-13’ê Gulanê “Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de“ daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşa windakirina di nezaretxaneyê de yek jî rêbazên êrîşê ye ku çînên serdest ji bo desthilatdariya xwe ya li ser bingeha mêtîngeriyê bidomînin, li hemberî mûxalefeta civakî pêk tînin. Her kesên ku li hemberî zext, mêtîngerî, xizanî, tundiya li ser jinê, talana xweza û avhewayê, nîjadperestî, şer û çekdarî têdikoşin û azadî, wekhevî û edaletê dixwazin, ji aliyê hêzên dewletê an jî çeteyên paramîlîter ên girêdayî dewletê ve tên revandin, di nezaretxaneyan de êşkence li wan tên kirin, tên qetilkirin û cenazeyên wan bi dizî têne veşartin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Êrîşa windakirina di nezaretxaneyê de, di heman demê de êrîşa li dijî têkoşîna birêxistinkirî ya çîna karker û kedkaran e. Li welatên xizmên windayan, rêxistinên mafên mirovan, hêzên şoreşger û pêşverû ku bi têkoşîneke hevpar, li dijî êrîşa dewletan muxalefeta civakî pêş xistine, ev êrîş bi awayekî berbiçav hatiye şikandin. Li Arjantinê Dayikên Plaza de Mayo û li Tirkiyeyê Dayikên Şemiyê bi têkoşîna xwe ya bi biryar, di vî warî de pêşengiyê dikin.
Li gel têkoşînên girîng jî, aqûbeta gelek kesên ku di nezaretxaneyan de hatine windakirin hê jî nehatine eşkerekirin. Ji ber ku dewletên ku van êrîşan pêk anîne, sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê diveşêrin û kujer tên parastin.
Li Tirkiyeyê çalakiya Dayikên Şemiyê, bi armanca pirsîna li aqûbeta windayan û darizandina faîlan, di hefteya 945’an de dewam dike. Dîktatoriya faşîst a Erdogan li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku ev çalakî nayê qedexekirin, dora Dayikên Şemiyê ku her hefte tên qada Galatasarayê digre û destgîr dike. Em ICAD destgîrkirina Dayikên Şemiyê protesto dikin û diyar dikin ku em li ser têkoşîna wan a bi rûmet in.
Em ICAD bang li her kesê dikin ku 17-13’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de, dakevin qadan û xwedî li windayên xwe derbikevin û hesab ji berpirsan bipirsin.”