Rêxistin Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) bal kişand ser qanûna ji bo parastina nirxên olî ya ku Herêma Kurdistanê amadekariya wê dike û hişyar kir ku dê ev qanûn rê li ber sînordarkirina azadiya ramanê vebike.
Piştî ku hin nivîsên di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de hatin weşandin bûn sedema aloziyan, li parlementoyê bi hinceta parastina nirxên olî amadekariya qanûneke nû hat kirin, vê yekê jî rê li ber nerazîbûn û bertekên navneteweyî vekir. Di çarçoveya vê qanûnê de kesên ku “êrîşê” nirxên olî bikin dê 10 sal cezayê girtîgehê bigirin û weşanên ku van nivîsana biweşînin, dê bi awayeke bêdem bêne girtin.
Her wiha, di çarçoveya vê qanûnê de ji 8 hezar û 500 dolar heta 42 hezar dolar cezayê pere jî di çavçoveya vê qanûnê de li kesên “bersuc” dê bê birîn.
Alîkarê Dîrektorê HRW’yê yê ji maseya Rojhilata Navîn berpirs Joe Stork diyar kir ku ger ev pêşnûmeya qanûnê were qebûlkirin dê derbe li îmaja azadiya sivîlan û rêzdariya li hemberî azadiyan a Herêma Kurdistanê bikeve. Stork diyar kir ku bi taybet girtina çapemenî an jî cezakirina endamek çapemeniyê bi hinceta “heqaret” an jî “tinazkirinê” pirsgirêkek pir mezin e.
Di 2’ê gulana 2012 de, kovara Çirpe nivîsa bi sernivîsa “Ez û Xwedê” ya Helmet Goran weşand, piştî wê polîsan edîtorê Çirpe, Hêmin Arî girtin binçavan. Piştî wê Îslamiyên li Başûrê Kurdistanê derdora Parlementoya Herêma Kurdistanê dorpêç kirin û tevî 8 polîsan gelek kes hatibûn birîndarkirin.
Arî di 14’ê gulanê de serbest hatibû berdan.