Piştî ku yekîneyên Gêrîlayan li dijî boriyên xeta gaz û petrolê yên Tirkiye-Iraq û Tirkiye-Îranê çalakiyên sabotajê pêkanîn, xetên enerjiyê yên rojhilat û başûrê Tirkiyeyê felç bûn. Tirkiyeyê xwe avêt bextê Rûsyayê û xwest herikîna gaza xwezayî zêde bikin.
Gêrîlayên HPG’ê di 17’ê Pûşperê de li dijî xeta petrolê ya Yûmûrtalik ya Kerkûkê nêzî Mîdyatê navbera Şirnex-Mêrdînê û piştre jî roja 28’ê Pûşperê xeta Gazaxwezayî ya navbera Tirkiye-Îran ya li navbera gundê Hidirli-Kalenderê çalakiya sabotajê pêkanî bûn.
Piştî teqîna di xeta Tirkiye-Îranê de herikîna gaza xwezayî ya ji Îranê hatibû rawestandin. Her çendî ku îdîa bike xebatên tehmîrata BOTAŞ’ê 4-5 rojan berdewam bike jî, tê texmîn kirin ku zirara wê gelek zêdetire. Ev jî tê wateya di rojê de 27 milyon metrekup zirara gazaxwezayî.
GAZPROMÊ MINET KIR
Piştî teqînê Tirkiyeyê ji Rûsyayê xwest ku gaza xwezayî zêde bike. Her çendî Gazprom bersivek erênî bide jî, xetên enerjiyê yên di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de hatibûn îmzakirin anîn bîra Tirkiyeyê û dil nexweşiya xwe anîn ziman. Rayedarê Gazpromê aşkera kir ku, ewan bersive erênî dane daxwaza Tirkiyeyê, her wiha got; piştî 2018’an di rewşên lezgîn de dikarin serî li Bakuyê bidin.
Berdevkê Gazprom Sergei Kuprianov ragihand ku, “Gazprom di rewşên wiha de her tim zirar telafî kirine û her wiha ji hacmê hevpeymana heyî zêdetir mîktara gaza xwezayî tedarîk kirine.”