Malbatên gêrîlayên ku di encama êrîşa li ser Qereqol Şitazin ya herêma Oremarê de jiyana xwe ji dest dabûn çûn Meletiyê. Malbat li vê derê hovîtiya artêşa Tirk biçavên xwe dîtin. Malbatên ku dîtin cenazeyên gêrîlayan perçe perçe kirine û şewitandine, hewildan ku zarokên xwe bi pirç, nîşan û birînên berê nas bikin.
Malbatên 6 gêrîlayên HPG’ê yên di 19’ê Pûşperê encama êrîşa li ser Qereqola Şitazin ya herêma Oremar ser bi navçeya Gevera Colemêrgê ve jiyana xwe ji desta bûn û her wiha malbata gêrîlayên di 8’ê Pûşperê li bejahiya Geverê jiyana xwe ji dest dabûn hatin Meletiyê. Malbatên gêrîlayên Misleh Kara (Zagros) Şirnex, Helîme Kuze (Bêrîtan Zinar) Êlih, Îbrahîm Daşçi (Çiya Koçer) Sêrt, Yilmaz Kirtay (Dilovan Amed) Amed, Rifat Kizil (Çekdar Amed) Amed, Fatma Sagin (Ezda Ararat) Agirî û gêrîla Abdurehman Hasun ji Rojavayê Kurdistanê li Amedê kombûn û di demjimêrên sibehê de hatin Meletiyê.
CENAZE PERÇE PERÇE KIRINE Û ŞEWITANDINE
Malbatên ku jib o cenazeyan binasin serî li dozgeriyê da, hewildan ku bi wêneyên nîşa malbata dane zarokên xwe nas bikin. Lê belê li vir malbat hovîtiya dewletê dîtin. Malbatan dan diyarkirn ku, di wêneyên nîşanî me dane de, cenaze perçe perçe kirine û şewitandine. Her wiha di naskirinê de zorî kêşan. Hinek malbatan hewil dan ku zarokên xwe biporê, nîşan û birînên berê nas bikin. Hat hînbûn ku heya niha cenazeyên gêrîla Misleh Kara, Halîme Kuze, Îbrahîm Daşçi, Yilmaz Kirtay û Abdurehman Hasun hatine naskirin. Hat ragihandin ku, malbata gêrîla Îbrahîm Daşçi zarokê xwe di wêne nekariye nasbike, inceq kariye biçe miduriyeta polîsan bipence mûhrê zarokê xwe nas bike. Karûbarê malbatên din yên naskirina cenazeyan hêjan didome.