Hilbijartinên herêmî dê di Cotmeha 2013’an de pêk bê

Hilbijartinên herêmî dê di Cotmeha 2013’an de pêk bê

Di pêşniyara guhertina makezagonê ku pêş anîna hilbijartinên herêmê yên Tirkiyeyê tê de cih digire, tûra yekem ya dengdanê duh pêkhat. Bi dengên AKP’ê û MHP’ê hilbijartinên herêmî anîn Cotmeha 2013’an.

Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bi pêşniyara guhertina makezagonê ya AKP’ê û MHP’ê, di Derbarê Qanûna Îdareya Rûniştvan, Keyayên Taxan û Hilbijartina Heyetên Rûspiyan guhertin tê kirin. Pêşniyara guhertinê ya ku hilbijartin di 27’ê Cotmeha 2013’an de were pêkanîn, di tûra yekem ya dengan de li beramberî 35 dengên na, 384 dengan got erê û hate qebûl kirin.

BDP’ê ku dengê na ji bo guhertinê bikaranî, pêşniyar kir ku hilbijartin di meha Gulana 2014’an pêkbê û xwest di vê rê de windahiya mafê reha yê şaredaran jî bê asteng kirin. Lê belê pêşniyar hate red kirin.

Dê tûra duwem ya dengan di 12’ê Cotmehê pêk bê, dê derbazî xalên pêşniyarê bibin.