Hêzên Îranê malbatên çalakvanên hatibûn qetilkirin revand!

Dema malbatên kesên di serhildana ‘Jin, jiyan û azadî’ de hatibûn qetilkirin ji Seqizê vedigeriyan, hêzên Îranê malbat revandin.

Malbatên kesên ku di serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatibûn qetilkirin, li dijî xirakirina goristanan çalakî li dar xistin. Hat diyarkirin di 9’ê Hezîranê de malbat dema ji Seqizê vedigeriyan ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin û malbat birine cihekî ne diyar.

Nasnameya beşek ji kesên hatine revandin wiha ye:

Şerîfe Mirzayî ya dayika Ramîn Hesênê girtiyê siyasî ku hat darvekirin, Kuhsar Minberî, Han û Baran Minberî û xuşk û birayên Peyman Minber, Haşim Seidî bavê Sarina Seidî, Mîda Nasrî, Abdurehman Nasrî û Limuyî Nasrî yên malbata Metin Nasrî, Hesen Emînî birayê Mihemed Emînî li gel dayîk û endamên din yên malbatê, Sedîq Behmeniyî bavê Şaho Behmenî li gel malbata xwe, Heyat dayika Muimin Zendekerimî li gel malbata xwe, Kiya û Buna Muradî û Ehmed Rehîmî Bawkî û bi dehan kesên din hatine girtin. Hê jî aqûneta malbatan ne diyar e.