Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin
Hat ragihandin ku hêzên Îranê ji aliyê gel ve ji gundekî li Merîwanê hatine derxistin.
Hat ragihandin ku hêzên Îranê ji aliyê gel ve ji gundekî li Merîwanê hatine derxistin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, DYE û Îsraîlê êrişî li ser baregehên Pasdarên Şoreşê, li navçeya Serşîwe ya Merîwanê û bi taybet baregeha li gundê Gogce kirin.
Hate diyarkirin ku piştî êrişê Pasdarên Şoreşê hewldan mizgefta gundê Gogce wek veşartgeh bikarbînin û tê de niştecih bibin, lê rastî berteka welatiyan hatin û welatiyan bi yekitiyê hêzên rejîma Îranê ji gund derxistin.
Li gorî heman çavkaniyan di beramber de Pasdarên Şoreşê yên Îranê gundiyan gulebarankirin, lê tevî wê nêzîkî 120 pasdar neçarî çek û teqemeniyên xwe ji gund derxistin.
Heta dema nivîsandina vê nivîsê, gund bi tevahî ji Pasdarên Şoreşê û hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye valakirin.