Bi hezaran kesên ku biboneya 19'emîn komkujiya Sêwasê xwestin ber bi Otêla Madimakê ve bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Hezaran kesî barîkatên polîsan derbaz kirin û gihîştin Otêla Madimakê. Polîsan vê carê barîkat danîn ketina cadeya otêlê.
Bi hezaran kesên ku biboneya 19'emîn komkujiya Sêwasê pankarta li ser; "Madimak hê jî dişewite em demboriyê nas nakin" nivîsandî vekirin û ber bi otêla Madimakê ve meşiyan barîkatên polîsan derbaz kirin.
Piştî ku barîkat hatin şkênandin bi hezaran kes ber bi Otêla Madimakê ve meşiyan. Dema ku welatî gihîştin cadeya Otêlê polîsan dîsa ketina Otêlê bi barîkatan girtin. Polîsan tenê destûra derbazbûna malbatan dan. Malbat jî bi wêneyên kesên jiyana xwe jidest dane û qurnefîlan derbasî nava otêlê bûn.
Malbatan qurnefîl danîn otêlê û rondik barandin. Mitînga biboneya komkujiya Sêwasê hatiye destpêkirin jî bi axaftina nûnerên saziyên sivîl didome.