Heyva Sor alîkarî li zarokan belav kir

Heyva Sor alîkarî li zarokan belav kir

Komîteya Alîkariyan ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li Helebê şîr û pêlavên zarokan li malbatên xizan belav kir.

Bi boneya Cejna Remezanê Komîteya Alîkariyan da Heyva Sor a Kurd li Helebê şîr û pêlavên zarokan li koçber û malbatên xizan ên taxa Şêxmeqsûd belav kir. Derheqê mijarê de Endamê Komîteyê Egîd Mihemed da zanîn ku, 10 sindoq şîr, her wiha bêlav gihişte 100 zarokî. Mihemed destnîşan kir ku, di roja cejnê de belavkirina alîkariyan dilê zarokan keyfxweş kir.