Heyeta PES'ê: Em ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê xurtir bikin

Heyeta PES'ê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da, ku AKP li dijî gelê Kurd û HDP'ê dike. Heyetê diyar kir, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê xurtir bikin.

Parlamenterên Swêdî yên di nava heyeta Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) de cih girtin û xwestin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibînin, lê destûr ji wan re nehat dayîn, ji ANF'ê re axivîn. Wekîlan astengkirina hevdîtinê şermezar kirin û gotin, ew ê piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re bidomînin.

ORBACK: GIRTIN Û ZEXT NE YÊN QEBÛLKIRINÊ NE

Serokê Navenda Olof Palme Jens Orback got, "Rejîma AKP'ê, binpêkirina mafên mirovan û zextên xwe yên li ser mûxalefetê gîhand wê astê ku hevserok û parlamenterên duyemîn partiya herî mezin a mûxalefetê bigire. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê xurtir bikin."

Orback da zanîn, ew ji bo dîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş çûne, lê belê nehiştine ew xwe nêzî girtîgehê jî bikin û leşkerên çekên giran pê re bûn bi qasî 100 metreyan ew ji ber girtîgehê birine. Orback bibîr xist, ku ew neçar man civîna çapemeniyê li erdekî vala lidar bixin.

Orback destnîşan kir, ku Tirkiye hurmetê nîşanî azadiya çapemenî û ramanê, nîşanî mafên mirovan nade û got, "Em dixwazin parlamenterên HDP'ê, rojnamevan û şaredarên Kurdan derhal bên berdan."

GRANLÛND: EM Ê BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN JI RAYA GIŞTÎ RE VEBÊJIN

Parlamentera Partiya Karker a Sosyal Demokrat Marîe Granlûnd jî da xuyakirin, ku tevî parlamenterên ji Awûstûrya, Îtalya, Elmanya, Fransa û Swêdê ew neçar man e li pêşberî girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê:

"Rewşa li Tirkiyeyê rê li ber tirs û fikaran vedike. Lîderên partiyan û parlamenter ne ji aliyê hiqûqî ve, ji aliyê siyasî ve tên girtin. Karmend bi rengekî komî ji kar tên derxistin. Bi rengekî giran mafên mirovan û azadiya ramanê tên binpêkirin. Em êrîşa li dijî rojnameya Cûmhûriyetê qebûl nakin."

Granlûnd diyar kir, dema ew li Swêdê vegeriyan, ew ê binpêkirina mafên mirovan û rewşa li Tirkiyeyê ji raya giştî ya Swêdê û tevahiya cîhanê re vebêje. Granlûnd got, "Em ê rastiyan ji gel re eşkere bikin. Ez di wê baweriyê de me ku divê parlamenterên welatên din ên Ewropayê jî helwestê li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nîşan bidin. Lazim e her kes li ber vê rewşê rabin."

LOFBERG: BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

Alîkarê Serketerê Navneteweyî yê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Morten Lofberg anî ziman, mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê her kêm dibe û bi girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenter û hevşaredaran re binpêkirina mafên mirovan derketine asta herî bilind. 

Lofberg got, "Gelek saziyên medyayê yên li Tirkiyeyê bi sûcdariyên bêbingeh hatin girtin. Em ji ber vê binpêkirina mafên mirovan gelekî bi fikar in. Ji bo piştgiriyê bidin partiya xwişk-birayê xwe HDP'ê, heyetek ji Partiya Sosyalîstên Ewropayê li Edîrne ye. Bi vê yekê ve em dixwazin nîşan bidin ku binpêkirina mafên mirovan û girtina parlamenterên HDP'ê qebûl nakin. Piştgiriya me ya ji bo HDP'ê wê bi rê û rêbazên cuda bidome."

ÇETÎN: DIVÊ DERHAL BÊN BERDAN

Hiqûqnas û Ombûdsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokratan Evîn Çetîn jî da xuyakirin, ku cara yekemîn e hejmareke zêde ya parlamenteran ji Ewropayê ji bo destekkirina HDP'ê û serdana hevserokan çûye Tirkiyeyê û ev yek ji bo wan gelekî girîng e.

Çetîn got, "Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê girtiyan e ku karibin bi cîhana derve re têkiliyê deynin. Lê belê hikûmeta Tirk qanûnên navneteweyî tine dihesibîne û nehişt hevalên me Demîrtaş bibînin. Sosyal Demokrat û Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom, girtina parlamenterên HDP'yî xist rojeva Yekîtiya Ewropayê û xwest, li dijî Tirkiyeyê helwest were nîşandan. Ev yek di civîna Wezîrên Karên Derve yên Ewropayê de xist rojevê."

Beriya her tiştî em dixwazin parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên hatine girtin derhal bên berdan. Ji bo dema pêş jî, zehmet û tarî jî xuya bike, em dixwzin şerê li Tirkiyeyê biqede û veger li danûstandinên aştiyê were kirin."

HEDÎN: LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE

Parlamentera Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Rosa Guçlu Hedîn destnîşan kir, ku girtina parlamenter û hevşaredarên bi dengên gel hatine hilgirtin, ku ji ber sedemên siyasî hatine zîndanîkirin, li dijî qanûnên navneteweyî ye û divê derhal bên berdan.

ENDAMÊN HEYETA PIŞTGIRIYÊ

Parlamenterên PES'ê yên hatin serdana Demîrtaş û daxuyanî dan çapemeniyê, ev in:

Segei Stanishev - Serokê PES'ê
Hannes Weninger - Awûstûrya
Josette Durrieu - Fransa
Arne Lietz - Elmanya
Maria Granlund ve Jens Orback - Swêd
Pia Locatelli, Giacomo Filibeck, Lorenza Tibiri - Îtalya