Heyeta navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ya ku ji 7 welatan 36 kes tê cih digirin çûbû Tirkiyeyê. 12 kesên di delegasyonê de çûn serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê.
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ya ku ji 7 welatan 36 kes tê cih digirin çûbû Tirkiyeyê. 12 kesên di delegasyonê de çûn serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê.
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cihê hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, çû Tirkiyeyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike. 12 kesên di heyetê de li Stenbolê çûn serdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike.
MIJARÊN DI HEVDÎTINÊ DE
Heyet ji aliyê parêzer Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Rezan Sarica ve hat pêşwazîkirin. Civîn wê bi qasî 2 saetan bidome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê wê li ser van mijaran bisekinin “Pêvajoya bi komploya navneteweyî re dema Abdullah Ocalan birin Girtîgeha Îmraliyê û kesên di vê komployê de rola wan heye, tecrîda ku 24 sal in didome, serlêdanên wan ên derbarê 22 meh in nikarin agahiyan bistînin, helwesta Tirkiyeyê, tespîtên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û fikrên derbarê serdana dawîn.”
Civîn wê ji çapemeniyê re girtî de bidome. Di civînê de wê li ser biryara tevbîra demkî ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên di serlêdanê de jî wê bên nirxandin.
Piştî ku civîn qediya tê payîn ku heyet biçe erdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD).