Hevserokên BDP’ê: Divê Almanya nasnameya Kurdan binase

Hevserokên BDP’ê: Divê Almanya nasnameya Kurdan binase

Hevserokê Giştî yên Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak û Sehattîn Demîrtaş nameyek ji Melcîsa Federal a Almanyayê re şandin û xwestin Almanya daxwazên kurdan ên kampanyay “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” qebûl bike. Hevserokan nameyek hevpar ji Komîsyona Meclîsa Federal a Alman re şandin û diyar kirin ku qebûlkirina Kurdan weke komek a penaberan dê pêngavek girîng be.

Meclîsa Federal a Almanyayê dê di 15’ê cotmehê de ji bo kampanyaya Kurdan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” rûniştinek taybet pêk bîne. Beriya vê rûniştinê gelek saziyên Kurdan û yên ji komên penaberan ên gelên din piştgirî didin vê kampanyayê. Heta niha bi dehan sazî û komeleyên penaberan ên Kurdan bang li Meclîsa Federal a Alman kirin ku her 12 daxwazên Kurdan ên di kampanyayê de pêk bînin.

Herî dawî Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Alman re şandin. Hevserokên BDP’ê bal kişandin ser girîngiya kampanyaya bi pêşengiya Federasyoan Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) hatiye destpêkirin û xwestin ku dewleta Alman daxwazên Kurdan qebûl bike. Kişanak û Demîrtaş da zanîn ku ew kengî tên Almanyayê bi penaberên Kurd re dicivîn û ev bang li Meclîsa Almanyayê kirin:

"EM PIRSGIRÊKÊN KURDAN ÊN LI ALMANYAYÊ DIZANIN"

"Gava em hatin serdana Almanyayê me dît ku penaberên Krud jî dixwazin weke gelên din ên penaber ên li welatê we bibin xwedî heman mafan. Em dizanin ku siyaset û civaka Alman pir-rengî û geşbîn e. Ji ber wê jî em girîngî didin kampanyaya ji aliyê YEK-KOM’ê ve hatiye destpêkirin û dibêjin ku êdî dem hatiye ku nasmaya Kurdan di qanûnên Almanyayê de bên nasîn.

Em dixwazin ku bînin bîra we ku di çarçoveya makeqanûnê de naskirina nasnameya Kurdan û qebûlkirina Kurdan jî weke komên din ên penaberan li gorî rêgezên mafê mirovan ne ne. Jixwe madeya 1’emîn a makeqanûnê diyar dike ku divê hemû nasnameyên çandî bêne parastin. Di vê çarçoveyê de, ger Komîsyoan Daxwaznameyan nasnameya Kurdan nas bike, dê me jî gelek kêfxweş bike. "

12 DAXWAZÊN KURDAN

Di dema destpêkirina kampanyayê de ev kampanya ji aliyê 40 saziyan ve bi pêşengiya YEK-KOM’ê hate destekkirin, lê niha hejmara saziyên piştgirî didin gihişt nêzî 150’an. Lê rayedarên kampanyayê dan zanîn ku hedefa wan ew e ku heta roja 15’ê cotmehê hejmara van saziyan bigihe 200’ê. Di kampanyaya ku ji aliyê saziyên Tirk, Asur, baweriyên Êzidî û Ewelî, kûlubeyên sporê, rêxistinên jin û civanan ve tê destekkirin de ev 12 daxwaz ji dewleta Almanyayê tên kirin:

1- Divê penaberên Kurd jî weke komên din ên penaberan bên nasîn û weke komên din ên penaberan bên dîtin.

2- Ji bo entegrasyona Kurdan bi civaka Alman re û ji bo piştgiriya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û di vê çarçoveyê de divê qedexe û zextên li ser saziyên Kurdan bên bidawîkirin.

3- Divê ji bo penanaber û koçberên Kurd, bi taybet jî ji bo jinên Kurd xizmetên piştevanî û piştgiriyê bên dayîn û meteryalên agahdarkirinê yên bi Kurdî bêne derxistin.

4-Divê Kurd weke zimanê zikmakî belavî hemû eyaletan bibe.

5-Ger navên Kurdî yên ji aliyê welatên Kurd jê hatine ve neyê erêkirin jî, divê bêne qebûlkirin

6- Divê di weşanên bi zimanê biyanî yên radyo û Tv yên raya giştî de bi awayeke wekhev nêzî Kurdî jî bibin.

7- Divê Cejna Newrozê di çarçoveya biryara UNESCO ya di 23’ê sibata 2010 de weke roja fermî ya bêhndanê were qebûlkirin.

8- Divê ji bo entegrasyonê di Konseya Piştevaniya Federal de nunerên Kurdan jî hebin.

9- Divê agahiyên siyasî û çandî bi zimanê zimakî Kurdî bêne belavkirin û weşandin.

10- Divê dawî li dersînorkirina Kurdên di nava siyasetê de çalak bê anîn û ji nû ve venêrîna li ser dosyayên Kurdên ku navê wan ê penahiyê hatiye qebûlkirin, bi dawî bibe.

11- Divê hukûmeta Federal ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane çareser bike zêdetir hewl bide.

12- Kurd xwedî baweriyên olî yên cûda ye. Misilmantî, Êzidî, Elewîtî û Xrîsiyanî. Ji ber vê jî divê Kurd jî beşdarî Koma Xebatên Diyaloga ji bo Olan bibin.