Hevserokên BDP'a Meletiyê jî di nav de 10 kes hatin girtin

Hevserokên BDP'a Meletiyê jî di nav de 10 kes hatin girtin

Hevserokê BDP'a Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen jî di nav de 10 kes bi îdîaya "Endamên KCK" hatin girtin.

Li Meletiyê di 19'e hezîranê de bi fermana Dozgerê Komarê yê Meletiyê polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê de girtibûn û di nav de Hevserokên BDP'a Meletiyê Gaffar Bayram û Zehra Goçen jî d nav de 11 kes di bin navê operasyona "KCK'ê" de hatibûn binçavkirin. 11 kesên ku piştî li midûriyeta polîsan pirsyariya wan bi dawî bû sewqî edliyê hatin kirin.

11 kesên ku di nav de Hevserokên BDP'a Meletiyê Gaffar Bayram Zehra Goçen, rêveberên BDP'ê Zeki Kiliçgedik, Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Alî Eren, personelê Saziya Tipa Edlî û endamê SES'ê Bedri Yildirim, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Alî Piro û rêveberê ÎHD'ê Hikmet Kapanci jî di nav de 11 kes piştî îfade dan dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Heyeta 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê jî piştî li îfadeyên 11 kesan guhdar kir Bedrî Yildirim serbest berda û derbarê 10 kesên din de jî biryara girtinê da û şand girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.