Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm ku di heman demê de endamê Desteya Bilind a Kurdan e, ji bo hin serdanan hat Ewropayê. Hate zanîn ku dê Muslîm li Ewropayê hin hevdîtinan pêk bîne û tevlî hin çalakiyan bibe. Muslîm dê tevî endamên din ên Desteya Bilind beşdarî civîna dê li avahiya NY’yê ya Cenevreyê pêk bê bibe.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm ji bo hin serdanan û hevdîtinan duh gihişt Bruksel û li wir ji aliyê nunerên PYD’ê yên Ewropayê ve hate pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku dê Muslîm piştî hin hevdîtin û çalakiyên girseya partiya xwe û çalakiyên din ên Kurdan dê tevî endamên din ên Desteya Bilind a Kurdan beşdarî civîna ku dê di 27-28’ê Îlonê li avahiya NY’yê ya li Cenevreyê bê lidarxistin bibin.
Di daxuyaniya ji aliyê Berdevktiya PYD’ê ve hate dayîn de, hat diyarkirin ku dê Muslîm beşdarî çalakiyên ku dê ji aliyê partiya wan ve bê lidarxistin bibin. Yekem semînera ku dê Muslîm beşdar bibe, îro li bajarê Bonnê yê Almanyayê bê lidarxistin bibe.
Hat ragihandin ku dê di nava du rojan de li paytexta Franse Parîsê bi beşdariya Salih Muslîm civîneke çapemeniyê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê de bê lidarxistin. Piştî civîna çapemeniyê, Muslîm dê tevî endamên din ên Desteya Bilind beşdarî civîna taybet a ku dê li avahiya NY ya Cenevreyê bê lidarxistin bibe.
Piştî civîna ku dê di 27-28’ê îlonê de bê lidarxistin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm dê biçe Swêdê û hin hevdîtinan pêk bîne. Piştî Swêdê dê li welatên din ên Ewropayê hin rêzehevdîtin pêk bîne.