Hevserokê HDP’ê ku polîsan êrîş bir ser, krîza dil derbas kir

Hevserokê HDP’ê yê Bodrûmê Mehmet Zahir ku li Îzmirê gava meşa li dijî tecrîd û şer hat destgîrkirin, krîza dil derbas kir. Yaşar anjiyo bûye, di beşê lezgîn ê nexweşxaneyê de ye.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeryê (EGE-TÛHAYDER) xwest bi hev re li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şer bimeşin. Polîsan êrîşê çalakgeran kir û li gor Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz da zanîn, 42 welatî hatine destgîrkirin.

KRÎZA DIL DERBAS KIR

Hevserokê HDP’ê yê Bodrûmê Mehmet Zahir Yaşar (55) di dema êrîşa polîsan de, krîza dil derbas kir. Yaşar li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturk a li Yeşîlyûrtê anjiyo bû. Bijîşkan da zanîn ku anjiyoya Yaşar berdewam e got ku ew nikarin tu agahiyê di derbarê rewşa tenduristiyê ya Yaşar de bidin.

Parlamenterên HDP’ê ji bo hay ji rewşa Yaşar çêbibin, çûn nexweşxaneyê.