Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hate binçavkirin -NÛ BÛ

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, li kolana Yuksel a Enqereyê hate binçavkirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parêzvanên mafên mirovan ên pê re, dema amadekarî dikirin ku raporê li Kolana Yuksel a Enqereyê eşkere bikin, hatin binçavkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest, rapora li ser binpêkirina mafên mirovan a têkildarî sala destpêkê ya çalakiya "em karê xwe dixwazin" amade kiribû, eşkere bike. Lê belê polîsan nehiştin ku rapor bê eşkerekirin. Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan û xebatkarên ÎHD'ê yên pê re bi biryardarî xwestin eşkere kirin, lê polîsên Tirk ew binçav kirin.

Turkdogan û parêzvanên mafên mirovan ên pê re xistin wesayita binçavkirinê ya li ber Peykerê Mafên Mirovan sekinî bû.

Polîsan piştre jî dest li girseya gel werdan û her kes ji herêmê derxistin.

Di dema destwerdanê de polîsan li nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê jî xistin.