Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan ku yek ji 16 rojnamevanên ku 8’ê Hezîrana 2022’an hat girtin bû, bi rêya parêzerê xwe peyamek şand.
Altan diyar kir ku azadiya çapemeniyê bi rengekî kêfî tê sînordarkirin û îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir. Altan got ku hêviya wî ew e ku divê ev demê derhiqûqî bê girtin.
Altan ev tişt jî anî ziman: “Weke xebatkarên çapemeniya azad; em dizanin û dibînin ku gelê me wê guhertinek demokratîk a mezin pêk bînin. Weke parçeyek ê vê têkoşînê kêm maye ku em di rojên azad werin ba hev. Ji her kesê re hezkirin û rêzdarî.”