Hevseroka berê yê HDP’ê hate veşartin

Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Îskenderûnê Filîz Karlidag a ku li Îskenderûnê jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Îskenderûnê ya serdema berê Filîz Karlidag êvara 21'ê Kanûnê li navçeya Îskenderûn a Hatayê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Karlidag îro ji Cemxaneya Îskenderûnê hat derxistin û li navçeya Kirikhan a Hatayê hate veşartin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, endamên meclisa Rêxistina HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî beşdarî merasîma cenazê bûn.