Hevdîtinên bi rojnamevanên Kurd ên girtî tê astengkirin
Rojnamevanên Kurd ên girtî dema ku hinek navan ji bo hevdîtinê diyar dikin, Emniyeta Enqereyê van navan red dike.
Rojnamevanên Kurd ên girtî dema ku hinek navan ji bo hevdîtinê diyar dikin, Emniyeta Enqereyê van navan red dike.
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Salman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê Cotmehê de hatibûn girtin. Daxwaznameyên rojnamevanên ji bo serdanan tên redkirin.
Ji ber ku serlêdanên ji bo serdanan bi hinceta “fikaredar e” hatin redkirin, rojnamevanan li Dadgeriya Înfazê ya Bati ya Enqereyê îtîraz kiribûn. Ev îtîraza rojnamevanan jî bêencam ma. Rojnamevan Ceylan Şahînlî ji bo serdanê navê hempîşeya xwe Yusra Batihan nivîsandibû lê Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi hinceta ku Batihan di MA’yê de dixebite got “ev rewşeke fikaredar e” û daxwaza Şahînlî red kir.
JI ÇÊKIRINA NÛÇEYA LI SER HEVDÎTINÊ DITIRSIN
Di zabitnameya lêkolînê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ku ji Dadgeriya Înfazê re şandî de hat destnîşankirin ku şaxên midûriyetan tu agahî yan jî belge bi dest nexistine lê xebitîna Batihan a li MA’yê weke sedem hate nîşandan. Di zabitnameya lêkolînê de wiha hat gotin: “Hevdîtina ku wê bi şexsa qeyda wê ya îstîxbarî re heye were kirin weke ‘hevdîtineke rêxistinî’ hatiye nirxandin. Mijara kirin an nekirina hevdîtinê wê ji hêla we ve bê nirxandin.”
‘NÛÇEYÊN TÊN ÇÊKIRIN JI BO PROPAGANDAYÊ TÊ BELAVKIRIN’
Her wiha Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê jî têkildarî redkirina serlêdana nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin, nûçeyên derheqê binpêkirinên li girtîgehan weke hincet nîşan da. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di sedemê de wiha got: “Agahî hatine bidestxistin ku têkildarî girtî û hikûmxwarên li girtîgehê nûçeyan çêdike û ev nûçe ji bo ajîtasyon û propagandayê tên belavkirin.”