Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kolombiya û ELN’ê de dîsa dest pê dike
Berê jî Kolombiya û ELN’ê agirbesteke dualî îlan kiribûn û piştre ev agirbest betal kiribûn. Wê di meha pêş de li Meksîkayê careke din ji bo aştiyê dest bi hevdîtinan bikin.
Berê jî Kolombiya û ELN’ê agirbesteke dualî îlan kiribûn û piştre ev agirbest betal kiribûn. Wê di meha pêş de li Meksîkayê careke din ji bo aştiyê dest bi hevdîtinan bikin.
Ji bo şerê ku 60 sal in di navbera ELN û artêşê de bi dawî bibe, par li Caracasê hevdîtin hatibû kirin.
Piştî daxuyaniya ku ELN’ê agirbest qebûl nekiriye, xwe ji agirbestê vekişandibûn.
Her du aliyan vê hefteyê li Caracasê civîneke lezgîn kirin û li hev kirin ku di 13’ê Sibatê de li Meksîkayê dest bi hevdîtinan bikin. Wê Norveç, Venezûella, Kuba, Şîlî û Meksîka welatên garantor bin.
Serokê Dewletê Gûstavo Petro yê ku ew jî berê di nav M-19’ê de gerîlayekî bajêr bû soz dabû ku bi hemû komên çekdar re yan peymana aştiyê yan jî ya teslîmiyetê çêbike.