Hevdîtina Zana-Erdogan bidawî bû

Hevdîtina Zana-Erdogan bidawî bû

Hevdîtina di navbera Parlementera Amedê Leyla Zana û Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan bidawî bû.

Hevdîtina li avahiya Serokwezîrtiyê ya Enqereyê nêzî demjimêrek nîv dom kir. Nehat aşkera kirin ku, aliyê hikumetê kî tevlîbûye. Hat ragihandin ku, beriya hevdîtinê Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay hate Serokwezîrtiyê, di hevdîtinê de amade bû.

Ji ber sedema hevdîtina ku çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da, balkêş bû ku li ber avahiya Serokwezîrtiyê ewlekariyek mezin hebû.