Hevdîtina Kiliçdaroglû-Erdogan dest pê kir

Hevdîtina Kiliçdaroglû-Erdogan dest pê kir

Hevdîtina Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a der barê pirsgirêka Kurd de dest pê kir.

Hevdîtin li Navenda Giştî ya AKP’ê dest pê kir, tevî Kiliçdaroglû û Erdogan, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay, Alîkarê Serokê AKP’ê Omer Çelîk, Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal, û Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Akîf Hamzeçebî , Alîkarên Serokê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û Farûk Logoglû beşdarî hevdîtinê bûn.

Di hevdîtinê de dê 10 madeyên ji bo “çareseriya” pirsgirêka Kurd ku CHP’ê di rojên borî de pêşkêşê serokatiya meclîê kir bên gotûbêjkirin.

Nehiştin çapemenî bikeve hindurê avahiyê. Tê payîn ku Kiliçdaroglû piştî hevdîtinê daxuyaniyek bide.