Hevdîtina Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a der barê pirsgirêka Kurd bi dawî bû.
Hevdîtin li Navenda Giştî ya AKP’ê dest pê kir, tevî Kiliçdaroglû û Erdogan, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay, Alîkarê Serokê AKP’ê Omer Çelîk, Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Mahîr Unal, û Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Akîf Hamzeçebî , Alîkarên Serokê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û Farûk Logoglû beşdarî hevdîtinê bûn. hevdîtin bi qasî saetekê berdewam kir.
Di nava pêşniyarên ku Kiliçdaroglû pêşkêşê Erdogan kir de xalên weke avakirina Koma Aqilmendan a ji aliyê Meclîsê ve û Komîsyona Lihevhatina Civakî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîbû rojevê hene.
Tê payîn ku AKP, pêşniyarên CHP’ê di Lijneya Rêveberiya Navendî ya xwe de binirxîne.