Hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû bi dawî bû.
Piştî balafira leşkerî ya Tirkiyeyê ji aliyê Sûriyeyê ve hate xistin, Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, yekemîn hevdîtina xwe li konûta fermî ya Serokwezîrtiyê bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re pêk anî. Hevdîtina Erdogan û Kiliçdaroglû demjimêrekê berdewam kir. Di hevdîtine de Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, 2'emîn Serfermandarê Giştî Orgeneral Hûlusî Akar, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Faik Oztrak amade bûn.
Erdogan dê pişt re bi Serokê Giştî yê MHP'e Devlet Bahçelî û di demjimêr 18.00'an de jî bi Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş re hevdîtin pêk bîne.