Hevdîtina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Stenbolê pêk hat bi dawî bû.
Hevdîtina li Ofîsa Serokwezaretê pêk hat bi qasî saetekê berdewam kir. Hevdîtin di 16.30 de dest pê kir û piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn. Her wiha nehiştin çapemenî bikeve hindur. Dîmenên hevdîtinê jî ji aliyê Buroya Çapemeniya Serokwezaretê ve hat belavkirin.