Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtina heftane pêk bînin serlêdana ku kirin bi hinceta “keştî xirabeye’ hate astengkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Gulşen Ozbek û Selvî Tunç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Heke bersiveke erênî ji Girtîgeha Îmraliyê hatiba, parêzer dê sibê biçûban Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk bi anîba, lê belê Îdareya Girtîgehê bihinceta “keştî xirabeye” hevdîtin astengkir.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeye", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Evrak kêmin" tê astengkirin.