Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînê serî li Dozgeriya Komare ya Bursayê da. Lê serlêdan dîsa bi hinceta keştî xerabe ye rastî astengiyê hat.

Pêkanînên tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek zedêtirê didome. Parezêrên Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Gulşen Ozbek û Selvî Tunç ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtina heftane pêk bînê serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê da. Girtîgeha Îmraliyê û dozgeriya komarê ya Bûrsayê bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran ked kir.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê" û "evraqên keştiyê kem in" tên redkirin.