Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin

Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an pêk neanîne pêk bînin, serî li Dozgeriya Komare ya Bursayê da. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Pêkanînên tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek û mehek zedêtirê didome. Ji parezêrên Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komare ya Bursayê da. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kem in" tên redkirin.